Di provakasyona Kerkûkê de 4 ciwanên Kurd hatin kuştin

Têkildarî aloziya li Kerkûkê ku di encama provakasyona alîgirên Tifaqa PDK’ê de 4 welatiyên Kurd jiyana xwe ji dest dan, aliyên siyasî yên Kurdistanî nerazîbûn nîşandan.

Piştî vegera hêzên PDK’ê ya ji bo Kerkûkê ev çend rojin li bajêr çalakî hene û alozî dewam dike.

Duh êvarê Kurdên Kerkûkê li taxa Rehîmawa li dijî girtina riya Kerkûk-Hewlêrê a ji aliyê tifaqa PDK’ê ve xwepêşandanek kirin.

Lê hêzên çekdar gule bi ser xwepêşanderan barandin.

Di encamê de 4 ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn.

Piştî vê aloziyê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Sudanî biryara qedexekirina derketina derve da.

Di saetên sibê de ev qedexe bi dawî bû.

KNK: Bûyera li Kerkûkê dewama plana dagirkerên li Kurdistanê ye

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî têkildarî mijarê daxuyanî da û destnîşan kir ku bûyera li Kerkûkê dewama plana dagirkerên li Kurdistanê ye

KNK’ê got:

Ji plana Lozanê heta bûyerên 2’ê Îlonê yên xwînî yên li Kerkûkê siyaseta binpêkirina mafên gelê Kurdistanê tê meşandin.

Dagirkerên Kurdistanê li dijî destkeftiyên gelê Kurd in, bi taybetî jî li dijî destkeftiyên Başûrê Kurdistanê ne.

KNK’ê daxwaz kir ku divê nehêlin dewleta Tirk a dagirker û kirêgirtiyên wê bigihîjin armanca xwe

Bafil Talebanî: Rewşa Kerkûkê ya bi vî awayî nayê qebûlkirin

Back to top button