HDP: Ev êrîş, zindîbûna DAIŞ’ê nîşan dide

Komîteya Navendî ya HDP’ê têkildarî êrîşa li ser Mexmûrê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku êrîş zindîbûna DAIŞ’e nîşan dide. 

HDP’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku duh çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kampa Mexmûrê ya Penaberan kir û ragihand ku AKP’ê Mexmûr hedef nîşan dide, piştre DAIŞ êriş dike.

HDP’ê ragihand ku bi vê êrîşê careke din hat teqazkirin ku DAIŞ li Iraqê xwe zindî dike.

Di daxuyaniyê de bal hat kişand li ser têkoşîna QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê û hat diyarkirin ku QSD’ê li Bakur û Rojhilatê Sûrî DAIŞ tune kir, lê piştî dagirkirina dewleta Tirk ji Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî careke din DAIŞ’ê xwe bi tevger kir.

HDP’ê destnîşan kir ku, êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kurdan, êrişên tolhildanê ne, ji ber ew Kurdan wekî asteng li pêş belavbûna xwe ya li cîhanê dibinin.

Back to top button