HPG’ê: Li Zap, Xakurkê û Metîna 15 leşkerên Tirk hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê ên Kurdistanê li herêmên Zap, Xakurkê û Metîna li artêşa Tirk a dagirker xistin. HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da û eşkere kir di çalakiyên gerîlayan de 15 leşkerên Tirk yên dagirekr hatin cezakirin û 3 jî birîndar bûn. HPG’ê eşkere kir artêşa Tirk careke din 20 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê a HPG’ê têkildarî şerê li başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi rihê Apocî dewam dikin û derbên giran li hêzên dagirker didin û ev agahî parve kir;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;

14’ê Tîrmehê hêzên me li dagirkeran xistin ku dixwestin çeperên şer yên li Qada Şikefta Birîndaran bombebaran bikin.

Li ser destwerdana hêzên me dagirker neçar man qedemekê bi paşde biçin.

Heman rojê droneke ku dixwest çeperên şer ên Şehîd Adil bombebaran bike ji aliyê hêzên me ve hate xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî a Bazên Zagrosê de li Herêma Xakurkê:

14’ê Tîrmehê li Girê Şehîd Kamûran a Qada Şekîf hêzên me dagirker şopandin û ji du aliyan ve li wan xistin.

Di çalakiya baskê yekemîn de dagirkerek hate cezakirin û 3 jî birîndar bûn. Di çalakiya baskê duyemîn de jî 3 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li Herêma Metîna;

14’ê Tîrmehê li Girê Cûdî di encama çalakiya sekvaniyê a tîmên gerok yên YJA Starê de 3 dagirker hatin cezakirin.

Li Girê Amediyê li hêzên dagirker hate xistin ku hewl didan ber bi çeperên şer ve werin, di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin.

Li Girê Cûdî jî dagirkerên ku dixwestin çeperên şer bi teqemeniyan bombebaran bikin bûn hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de teqemeniyên dagirkeran hatin bêbandorkirin û dagirkerek hate cezakirin.

HPG’ê: Artêşa Tirk a dagirker 20 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bobmebaran kir

15’ê Tîrmehê jî li Girê Amediyê li hêzên dagirker hate xistin ku hewl didan ber bi çeperên şer ve werin. Di encama çalakiya gerîlayên YJA Starê de 3 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê eşkere kir artêşa Tirk ya dagirker 14 û 15’ê Tîrmehê li dijî qadên gerîla 20 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 7 caran bi balafirên şer, 36 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran êriş pêk anîn.

 

Back to top button