Bi armanca nîqaşkirina gef û êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmê Meclisa Malbatên Şehîdan civînek ji malbatên şehîdan re li Qamişloyê lidarxistin.
Civîn bi durşmeya ‘bi şerê gelê şoreşgerî û bi rihê berxwedana 14 Tîrmehê’ li Hola Efrîn a Qamişloyê hate lidarxistin.
Bi sedan malbatên şehîdan beşdarî civînê bûn.
Di civînê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan ê Qamişloyê Masûm Hesen axivî û got: 00011
“Divê li hember êrişên qirkirinê em têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin da ku em karibin destketiyên şehîdên xwe biparêzin.”
Her wiha hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan yê herêma Cizîrê Hesen Ibêd jî axivî û diyar kir ku divê gel bi şerê gelê şoreşgerî li ber êrişan rabe.
Di dawiya civînê de deriyê nîqaşê hate vekirin û beşdarên civînê nêrînên xwe anîn ziman.