Li Idlibê, Heleb û Lazeqiyê di navbera hêzên Hikûmeta Şamê û çeteyên dewletaTirk de şer derket. Li rojavayê Reqa jî, çeteyên DAIŞ’ê êrişî hêzên Hikûmeta Şamê kir, di encamê de gelek leşker birîndar bûn.
Hêzên Hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li rojhilatê Idlibê li Seraqub û rêya M4 Heleb -Lazeqiyê hev du dane ber topan.
Li bajaokê Mearet Al Nasaan jî, hêzên Hikûmeta Şamê û Çeteyên Cebhet El Şamiyê bi çekên giran deverên hev topbaran kirin.
Di encamê de, leşkerekî Hikûmeta Şamê hate kuştin û hejmarek birîndar bûn.
Hêzên Hikûmeta Şamê duh jî bi çekên giran herêmên Mearet El Nasan, daraet Eza û cihên din ên rojavayê Helebê topbaran kir.
Li Reqayê di encama kemîneke DAIŞ’ê de 7 leşkerên hikûmeta Şamê birîndar bûn
Li rojavayê Reqayê jî, di encama kemîneke çeteyên DAIŞ’ê de, 7 leşkerên Hikûmeta Şamê birîndar bûn.
Beriya vê jî çeteyên DAIŞ’ê êrişî hêzên Hikûmeta Şamê li Çolistan rojavayê Dêra Zorê kir.