Xelkên Îranê ji bo hilbijartina Serokkomerê nû çûn ser sandoqan

Li Îranê hilbijartinên Serokkomariyê di danê sibê de destpêkir.dengdan saet di 07:00 de ji aliyê lîderê olî Alî Hamaney ve hate destpêkirin.

Alî Hamaney bang li 59.3 milyon hilbijêrî hate kirin ku dengê xwe bi kar bînin.

Rayedaran biryar dan ku dengdan heta nîvê şevê dewam bike. Ev dem heta roja Şemiyê saet 02:00 dikare bê dirêjkirin.

Bi rêya vê rêbazê li bendê ne ku tevlîbûn zêdetir bibe. Tê payin encamên dawî roja Şemiyê danê nîvro bê eşkerekirin.

Li gorî anketên dawî, hejmara mirovên ku guh nadin hilbijartinê di asta rekorê de ye û tê payin ku ev rêje ji ya sala 2020’î zêdetir be.

Sala 2020’î di hilbijartinên giştî de ji sedî 57 ê hilbijêran dengê xwe nedabûn.

Lê belê tê payin ku di asteke bilind de hilbijartin bê boykotkirin.

Back to top button