Divê PDK’ê dewsa şer û hevkariyê yekîtiyê esas bigre

Malbatên Şehîdan ê Dêrikê û Endamên Nivîsgeha Partiya Sûriya Pêşerojê diyar kirin ku girtina nûnerê PYD û Rêveberiya Xweser li ser esasê lihevkirina di navbera PDK û dewleta Tirk de pêkhatiyel.

Aliyan bang li çi kesên peywendîdar ên Başûrê Kurdistanê kirin ku girtiyan serbest berdin, ji ber ev yek tenê xizmeta armancên partiya AKP`ê dike.

Malbatên şehîdan ên Dêrikê nerazîbûna xwe li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û helwesta PDK’ê axivîn.

Bavê şehîd Xabûr Naîf Elî yê ku beriya niha li Başûr ji aliyê PDK’ê ve hatibû girtin got:

“Gelê Kurd di pêvajoyeke girîng re derbas dibe. Ji ber vê yekê, ji her demê bêhtir dixwaze helwesteke yekitiyê çêbe.

Lê Hikumeta PDK’ê li şûna ku bi gelê Kurd re bibe yek, mixabin bi hevkariya bi dewleta Tirk re kiriyarên li dijî mirovahiyê pêk tîne.”

Elî wiha pê de çû em wekî malbata şehîdekî baweriya min bi saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan nîn e. Di şehîdbûna zarokên me de jî rola xwe dilîzin.

Girtina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê ji hêla hikumeta Başûrê Kurdistanê ve hat şermezarkirin

Her wiha Nûnerê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê jî Musene Ebdulkerîm derbarê mijarê de axivî û got:

“Girtina nûnerên Rêveberiya Xweser ji hêla hikumeta Başûrê Kurdistanê li ser esasê lihevkirina dewleta Tirk ya bi PDK’ê re pêk hatiye.”

Li aliyekî din jî gerînendeyê Nivîsgeha Partiya Nûjen û Demokratîk a Tebqayê jî Mehmûd Etê diyar kir ku hevkariya di navbera PDK`ê û dewleta Tirk a li dijî Kurdan bi serê xwe xiyaneteke eşkere ye û qirkirina gelê Kurd dike armanc.

Aliyan bang li çi kesên peywendîdar ên Başûrê Kurdistanê kirin ku girtiyan serbest berdin, ji ber ev yek tenê xizmeta armancên partiya AKP`ê dike.

Back to top button