Girtiyê bi navê Abdulmenaf Osman ê ji Hesekê piştî 30 sal û 6 meh piştre hate berdan.
Lê vê carê ji bo dersînorkirinê dewleta tirk a faşîst ew birin qereqolê
Hate ragihandin, tevî ku malbata Osman li Tirkiyê dimîne jî wê were dersînorkirin.
Abdulmenaf Osman yê salî li Girtîgeha Akhîsar a Manîsayê dihat ragirtin, piştî 30 sal û 6 mehan hate tehliyekirin.
Osman, di 28 saliya xwe de bi îdiaya “hewl dide beşekê xaka dewletê parçe bike kete girtîgehê û di 58 saliya xwe de derket.
Diviya Osman di 3’yê adarê de bihata tehliyekirin
Lê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê bi hinceta ku “poşmantî” qebûl nekiriye tehliyeya wî 6 mehan taloq kir.
Tevî endam û rêveberên partî, sazî û rêxistin sivîl, malbata Osman xwestin wî li pêşiya girtîgehê pêşwazî bikin.
Piştî hate berdan vê carê ji bo dersînorkirinê birin qereqolê
Lê dewleta tirk a faşîst dewsa berdana Abdulmenaf Osman yekser carek din birin qeroqola Akhîsarê.
Hate ragihandin, ji ber ku ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê yê wê were dersînorkirin.
Malbata Osman a ku li Tirkiyê dimîne, ji bo berdana wî li benda qereqolê disekinin.
Lê leşkerên dagirker nahêlin Abdulmenaf Osman bi malbata xwe re hevdîtinê bike.