Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nixê Pembo eşkere kir.
Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê buhaya tone pembo bi 800 dolar diyar kir.
Her wiha destûr da ku hilberîn ji derveyî herêmê re bê hinartin.
Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara bi hejmar 12 derxist.
Di biryarê de hate destnîşan kirin ku piştî civîna Desteya Hevserokatiyê ya Meclisa Rêveber û Desteya Çandinî û Avdanê û li gorî nameya Meclisa Rêveber a bi hejmar 6122, ev biryar hate girtin:
1- Buhaya tone pembo 800 dolar e.
2- Destûr heye ku hilberîn ji derveyî herêmê re bê hinartin û di vî warî de dê tevahî xebatên hêsan bên pêşkêşkirin.
Cîgerê Hevserokatiya Desteya Çandiniyê ye Rêveberiya Xweser Ehmed Tûnis ji me re axivî û diyar kir ku tu pîlan wan ya kirîna Pembo tune ye.