Çeteyan li Cindirêsê 3 welatî revandin

Sûcên Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî dewam dike.
Çeteyan 3 welatî ji navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî revandin.
Dewleta Tirk 43 penaberên Sûrî dersînorê herêmên dagirkirî kir û ew li Efrînê bi cih kirin.
Cendirmên Tirk li ser sînorê Tirk-Sûriyê 70 welatî girtin.

Ajansa ANHA’ê ku ew agahiyê xwe dispêre çavkaniyên herêmî, ragihand ku çeteyên Polîsên Sivîl 3 welatî ji xelkê Cindirêsê revandin.

Navên wan wiha ne;

Horo Oso 25 ji gundê Aşkan, Ehmed Îsa 33 û Luqman Hesen 34 ji gundê Dêr Belotê.

Tirkiyê 43 pernaberên Sûrî li Efrîna dagirkirî bi cih kirin

Wekî din, Efrîn NEWS 24 ragihand Dewleta dagirker li Istenbolê 43 penaberên Sûrî bi darê zorê ew dersînorê herêmên dagirkirî kir û wan li Efrînê bi cih kirin.

Tirkiyê li ser sînor 70 welatî girtin

Her wiha cendirmeyên Tirk li ser sînorê di navbera Tirkî û Sûriyê 70 welatî ku hewl didan di riya Tirkiyê biçin welatê Ewropayê, girtin.

Leşkerên Tirk ew radestî navenda Dij-Terora qaçaxçîtiyê ya çeteyan kirin.

Her wiha li her kesekî 250 leyreyên Tirkî weke ceza li wan hate birîn.

Çeteyan 3 welatiyên din li Efrînê revandin

Back to top button