Hikumeta Kolombiya û FARC’ê peymana agirbestê îmze kirin

Di navbera hikumeta Kolombiya û FARC’ê de peymana agirbestê hat îmzekirin.
Her du alî wê jinûve dest bi hevdîtinên aştiyê bikin.

Hikumeta Kolombiyayê û fraksiyona sereke ya Hêzên Biçek ên Şoreşger a Kolombiyayê (FARC) a muxalîf li hev kirin ku careke din agirbestê bidin destpêkirin.

Agirbest di meha Gulanê de hatibû taloqkirin.

2’ê Îlonê roja Şemiyê hat ragihandin ku her du partî nêzî destpêkirina hevdîtinên aştiyê ne.

Nûnerên Serokê Fermandariya Giştî ya Navendî ya FARC a muxalîf Ivan Mordîsco û Serokomarê Çepgir Gûstavo Petro ragihandin ku têkildarî agirbestê li hev kirine.

Di daxuyaniya çapemeniyêde dîroka agirbestê nehat diyarkirin û hat gotin,

Armanca agirbestê ew e ku şer û şîdetê kêm bike.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya nivîskî de hat diyarkirin ku agirbest wê “demkî” û “neteweyî” be.

Nûnerên her du aliyan ji roja Pêncşemê û vir ve li çiyayên herêma Caûca ya li başûrrojava civîn dikirin.

Peymana agirbestê roja Şemiyê hat ragihandin.

Serokomar Gûstavo Petro ku gerîlayekî kevn e, 31’ê Kanûnê di nîva şevê de bi 5 komên çekdar ên sereke yên welêt re agirbest îlan kiriye.

Lê meha Gulanê peyman bi îdîaya ku Serfermandariya Giştî ya Navendî (EMC) 4 ciwanên herêmî ji ber ku red kirine tevlî nava gerîla bibin kuştine, taloq kiribû.

Her du aliyan di daxuyaniya çapemeniyê de bêyî ku cih û dîrokê diyar bikin, ragihandin ku muzakereyên aştiyê wê demek nêz destpê bikin.

Ev pêvajoya ji xeynî gelek welatên ku navê wan nehatin diyarkirin, wê ji aliyê NY, Rêxistina Dewletên Amerîkayê (OAS) û Konseya Dêrên û Cîhanê ve were çavdêrîkirin.

Serokomar Gûstavo Petro, gerîlayên Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) jî di nav de armanc dike ku bi hemû komên çekdar re muzakereyên aştiyê bimeşîne û şerê çekdarî ku 60 sal in dewam dike, bi dawî bike.

Back to top button