Çiya Kurd: Dewleta Tirk ji NATO’yê dixwaze ku misyoneke nû li dijî gelê Kurd werbigire

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd destnîşan kir ku, piştî civîna NATO’yê pêkan e di demên pêş de gelek bazar, bên kirin.

Çiya kurd diyar kir ku dewleta Tirk bi NATO’yê re dixwaze misyoneke nû wergire ew jî dê li ser hesabê Rûrsya û têkoşîna gelê Kurd be.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran ÇiyaKurd destnîşan kir ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî û Bakur û Başûrê Kurdistanê bi konsepta qirkirin û tunekirina Kurdan û gelan pêk tê.

Nexasim ku dewleta Tirk cesaret ji vê bêhelwestiya NATO û welatên Ewropayê li hemberî êrîşan, digire.

Bedran ÇiyaKurd anî ziman ku di sedsala 21. de dewleta Tirk naxwaze Kurd ji guhertinên ku çêdibin sûdê wergirin, mafê xwe mîsoger bikin û vîna xwe biparêzin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku Erdogan xwest ji bo ku di lûtkeya NATO’yê de îmaja QSDê xirab bike beriya wê li herêmê hin provokasyon li dar xistin.

Cîyakurd anî ziman ku NATO û Amerîka dê erk û mîsyoneke nû bidin Tirkiyê, başkirina tekiliyan dê li ser hesabê tekiliyên Rûsya û têkoşîna gelê Kurd be.

Lewra CîyaKurd, NATO û Amerîka ji kirinên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî berpirsyar dît.

Back to top button