Meclisa Malbatên Şehîdan ya Efrîn û Şehba yê derbarê tecrîda li dijî Rêber Apo li kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de Dayik , Bav û Hevjînên Şehîdan amade bûn.
Tê de bang li gelê azadîxwaz hate kirin ku çalakiyên xwe bidomînin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.
Meclisa Malbatên Şehîdan ya Efrîn û Şehba daxuyaniyek da û got:
Ev 31 mehin ti agahî ji rêber Apo nayê girtin.
Dewleta Tirkiyê bi hincetan rê nade malbat û parêzeran ku hevdîtinê pêre bikin.
Ev li dijî pîvanên exlaqî û mirovî ye.
Meclisa bang li gelê azadîxwaz kir ku ji bo azadiya rêber Abdulah Ocalan çalakiyên xwe bidomînin.