Li Perûyê ku welatekî li Başûrê Amerîkayê ye, bi pileya 7,3 erd hejiya.
Di encamê de, 4 kes birîndar bûn û 220 avahiyan jî ziyan dît.
Erdheja 45 kîlometreyan li bakurê bajarê Barranca yê Perûyê rûda.
Di erdheja ku 80 kîlometre dibin erdê pêk hatî de, 4 kes birîndar bûn.
Enstîtuya Parastina Sivîlan a Neteweyî ya Perûyê li ser mijarê daxuyaniyek da.
Enstîtuyê diyar kir ku xisar li 220 xaniyan bûye û 75 xaniyên ziyan dîtine bi tevahî hilweşiyane.
Hezar û 216 kes jî ji rewşê bandor bûne.
Di nava avahiyên ziyan dîtine de 3 saziyên tenduristî, 7 îbadetxane û rêyên navbera bajaran de jî hene.
Her wiha di elektirîkê de jî qutbûn çêbûye.
Hat ragihandin ku ekîbên girêdayî gelek sazî û rêxistinên li welêt, ji bo alîkariya lezgîn û rakirina zirarê bi hev ra xebatên xwe didomînin.
Serokê Perûyê Pedro Castillo ji bo rewşa piştî erdhejê binirxîne serdana herêma Amazonê ya ku navenda erdhejê kir.