Parlamenterê HDP’ê Encu: Berpirsê komkujiya Til Rifet û Roboskî yek e

28’ê Kanûna 2011’an di encama êrîşa balefiran a dewleta tirk a dagirker li ser Roboskê de 17 jê zarok 34 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Parlamenterê HDP’ê yê berê Ferhat Encu yê ji Roboskê jî got,
Heta hesab ji kujeran neyê pirsîn wê komkujiyên mîna Roboskî û Til Rifetê bi dawî nebin.

Ferhat Encu destnîşan kir ku berpirsiyarê Komkujiya Roboskê û Til Rifetê heman kes in û ev tişt anî ziman:

Piştî komkujiya li Til Rifetê wêneyên di çapemeniyê de hatin weşandin, duyemîn bûyera Roboskî raberî me dike.

Yên li Til Rifatê komkujî pêk anîn, kesên li Roboskî komkujî pêk anîn e.

Berpirsiyar heman feraset û heman kes in.”

Encu, anî ziman ku li Til Rifatê jî wekî Roboskî sûcê mirovahiyê hatiye kirin û wiha domand:

Komkujiya Til Rifatê jî wê bê hesab nemîne.

Ev êrîş ne tenê li dijî Til Rifatê pêk hatiye.

Ger ku em hesab ji berpirsê komkujiyekê nepirsin, wê demê em rê li pêş komkujiyeke din vedikin.

Ji ber kujerên Roboskî nehatin cezakirin îro ev komkujî pêk hat.

Leave a Reply

Back to top button