Zextên hikumeta faşîst a AKP’ê li gundên Amedê 13 kes hatin binçavkirin

Îro jî serê sibê leşkerên dewleta tirk bi ser gelek gundên girêdayî navçeya Rezan û Peyas û Çinarê yên Amedê de girtin.
Leşkeran di serdegirtina gundan de herî kêm 13 welatî binçav kirin.

Leşkerên dewleta tirk serê sibê saet di 05.00’an de bi ser gundên Navçeyên Peyas, Rezan û Çinar a Amedê de girtin û herî kêm 13 kes binçav kirin.

Operasyonên qirkirina siyasî
Endamên HDP’ê yên panosê ku hatibûn binçavkirin hatin girtin

Her wiha Endamên HDP’ê yên Navçeya Panos a Agriyê jî ku duh hatin binçavkirin, bi biryara dadgehê hatin girtin.

Dozger piştî îfadeyê, bi daxwaza girtinê ew şandin dadgehê.

Şandeya dadgeha jî bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” dikin ew girtin û şandin girtîgehê.

Li aliyê din jî, ji 101 endamên meclîsan ên HDP’î qeyûm li şûna 70 endamî hat erkdar kirin.

Niha di meclisê de tenê 31 endamên HDP’ê man e.

Şaredariyên HDP’î ji weke helwest bi awayekî giştî ji Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûr-rojhilatê Anatolyayê vekişiyan.

Leave a Reply

Back to top button