MED TUHAD-FED: Dewleta Tirk li girtîgehan tedbîran nagre, êşkence ê zextê zêde kiriye

Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxaran a Med Mezopotamya- MED TUHAD-FED’ê têkildarî girtiyên siyasî yên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê daxuyaniyek da.

MED TUHAD-FED’ê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku xwe misliman nîşan dide, bi awyekî nehiqûkî, bi qanûna înfazê ve girtiyên siyasî terkê mirinê kirin e.

MED TUHAD-FED’ê got: “Ev nêzîkatî û cudakarî di tu ol û baweriyan de tuneye. Hemû çete, xespkar, sûcdarên rûreşiyê, û tecawîzkar berdan. Lê girtiyên siyasî bernedan wan bi talûke û rîska vîrûsê re rû bi rû hiştin.

Tedbîrên li girtîgehan hatine girtin jî têrê nakin. Dîsa ketin û derketinên karmendan ên girtîgehan jî, ji bo girtî û hikumxwaran gefek mezin e.”

MED TUHAD-FED’ê, di dawiya daxwuyaniya xwe de banga hestiyariyê li raya giştî kir.

Back to top button