Trump ji bo komkujiya Ermenan peyva “Felaketa Mezin” bikaranî

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo komkujiya Ermeniyan peyva “Felaketa Mezin “bikar anî. Dewleta Tirk jî bertek nîşanê vê axaftina Trump da û diyarkir ku ji bo wan ti wateya vê gotinê nîne.

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi boneya salvegera komkujiya Ermeniyan daxuyaniye da.

Trump diyarkir ku di 24’ê Nîsana 1915’an de mîlyonek û nîv Ermenî hatin koçberkirin, kuştin û wendakirin.

Trump ji bo vê komkujiyê peyva “Meds Yeghern” ya ku bi Ermenî tê wateya felaketa mezin, bikar anî.

Trump di dawiya axaftian xwe de qurbaninê komkujiyê bi bîranî û diyarkir ku ew soza avakira cîhaneke bê şer û aram dubare dike.

Li hember van axaftinên Trump Wezareta Karêderve ya Tirkiyê bertek nîşanda û diyarkir ku Trump van axaftinan ji bo siyaseta xwe ya hûndirîn dike. Li gel me tu wateya van peyvan nîne, em axaftinên hatine kirin qebûl nakin.

Back to top button