Li Mexmûrê semînerek li ser tecrîd û gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat dayîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê têkildarî tecrîd û gefên li dijî Rêber Apo, semînerek hat dayîn.
Tê de hat diyar kirin ku ew ê ji 14’ê Tîrmehê ve çalakiyên weke daxuyanî û semîneran destpê bikin.
Bi heman armancê duh li Silêmaniyê jî gef û tecrîda li dijî Rêber Apo bi çalakiyên cuda hate şermezarkirin.

Li Başûrê Kurdistanê her ku diçe bertekên li dijî tecrîd û gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan zêde dibin.

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê li Saziya Malbatên Şehîdan, semînerek hate dayîn.

Endamê komiteya tendûristiyê Bapîr Gundikremo axivî, tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abullah Ocalan şermezarkir û got:

“Ji bo em agahiyekê ji Rêberê xwe bigrin pêwîste em her yek li kuderê dibe bila bibe, divê rabin ser piyan.”

Bapîr diyar kir ku ew ê di 14’ê Tîrmehê de weke Wargeha Mexmûrê rêzeçalakiyên weke semîner, daxuyanî û hwd destpê bikin.

Tevgera Azadî: Divê êdî CPT û rêxistinên mafê mirovan bibin xwedî helwest

Bi heman armancê duh rêxistina Tevgera Azadî li navçeya Kelarê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Hevserokê Tevgera Azadî ya Herêma Germiyanê Herêm Mehmûd daxuyanî xwend.

Mehmûd diyar kir ku ev tecrîd û zextên li ser Rêber Apo, li ser hemû gelên herêmê ye û wiha got:

Em weke Tevgera Azadî kiryarên hovane û dijminane yên dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin.

Em ê heta dawiyê li dijî tecrîdê têbikoşîn û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe di her warî de mezintir bikîn.”

Di dawiya daxuyaniyê dfe bang li CPT’î û hemû rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku li dijî tecrîdê bibin xwedî helwest û zagonên mafên mirovan bên pêkanîn.

Li Başûrê Kurdistanê gefên li dijî Rêber Apo hat şermezarkirin

Back to top button