Şêniyên navçeya Til Birakê ya Qamişlo di bin konê sersaxiya şehîdan gotin:
Emê heta pêkanîna serkeftinê ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li dijî dagirker berxwedana xwe mezin bikin.
Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê merasîma sersaxiyê ji şervanên Erka Xweparastinê Beşîr û Heyder re li dar xist.
Konê sersaxiyê li pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan hate vedan.
Xelkê Qamişlo, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran beşdar bûn.
Di merasîmê de, kesên axivîn sersaxî dan malbatên şehîdan û gotin: Şehîdan di oxira parastina welat û gel de canê xwe feda kir.
“Ne ji şehîdan bûya, ewlehî û îstîqrar li herêmên me pêk nedihat.
Bal hat kişandin ser rola şehîdan di pêkanîna ewlehiyê de û ev tişt hat gotin:
“Birîna me kûr e, lê berxwedana gelê me li hember dijmin û dagirkeran me ewle dike.
Em soz didin şehîdan heta pêkanîna armancên wan, emê rêça wan bişopînin.
Em dev ji berxwedana xwe bernadin û em ê azadiyê pêk bînin.