Niyeta hikûmeta Îraqê nîn e ku pêşmerge vegerîne Kerkûkê

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand ku tu niyeta hikûmeta Iraqê ya vegerandina pêşmergeyan li Kerkûk û herêmên din ên bi nakok, nîne.

Berdevkê Operasyonên Hevbeş a Iraqê Tehsîn Xefaçî ji Ajansa Rojnews’ê re axivî û diyar kir ew nûçeyên li ser vegera pêşmergeyan tên dayîn ne rast in.

Xefaçî got ku di civînên dawiyê yên li gel Hikûmeta Başûrê Kurdistanê de, bal hate kişandin li ser hevkariya di nabera Artêşa Îraq û pêşmergeyan ji bo dagirtina valahiya ewlehî ya li herêmên bi nakok û zêdekirina îstirxbaretê.

Endamê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Ebas Sirut jî duh ragihand ku serdana Wezîrê Parastinê yê Îraqî ji bo parêzgehên bakur, di çarçoveya hevkariya ewlehî û îstixbaratî ya li gel pêşmergeyan bû û ew nayê wateya ku pêşmerge vegerin Kerkûkê.

Back to top button