Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 24 seatên dawî de 3 kes ji ber vîrûsa coronayê jiyan xwe ji dest dan.
Hevserokê Desteya Tendirustiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa diyar kir kesên jiyana xwe ji dest dane, mêrek ji Qamişlo û du jî Dêra Zorê ne.
Mustefa destnîşan kir ku di nav de 24 mêr û 11 jin, 35 kes pê ketine, kesek jî baş bûye.
Bi van daneyan, hejmara kesên ku bi Coronayê ketine li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihiştiye 17 hezar û 363 kes, ji wan 714 kes jiyan xwe ji dest dane û hezar û 763 kes baş bûne.