Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike.
Li hember van êrişan pêkhateyên herêmê got:
“Berdêl çi dibe bila bibe em ê li hember van êrişan bisekinin û bê bersiv nehêlin.”
Yek ji şêxên eşîra El Bo Xetab a Ereb û cîgirê serokê meclisa eşîrê Ehmed Hiwêder axivî.
Hiwêder diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk li dijî tevahî pêkhateyane û got:
“Dewleta Tirk di êrişên xwe de jin, zarok, rûspî û ciwanan dike hedef.
Ev êriş bi tu awayî nayên qebûlkirin, em li hember van êrişan destgirêdayî namînin.”
Dê êrişên li dijî şervanên parastina xak, gel û rûmeta me dikin, bê bersiv nemînin.”
Şêx Ehmed Hiwêder bang li rêxistinên hiqûqî kir ku li hember sûcên dewleta Tirk berpirsyar bin.
Endamê Nivîsgeha Partiya Pêşxistin û Guhartina Nîştimanî ya Demokratîk Hemîd Ebdo jî got:
“Divê ciwanên herêmê li hember van êrişên dewleta Tirk xwe bi rêxistin bikin.”