Desteya Enerjiyê û şandeyek Rûsyayê civiyan

Îro şandeyeke Rûsyayê li Dirbêsiyê bû. Şande çû serdana stasyona kehrebayê û bi Desteya Enerjiyê ya herêma Cizîrê re civiya.

Civîn li çapemeniyê girtî pêk hat.

Lê li gorî agahiyan, di civînê de rewşa stasyona Elokê hatiye guftûgokirin.

Herçiqasî Rûsya dixwaze bigihîje lihevkirinekê jî ji ber ku dewleta Tirk her car peymana di navbera aliyan de binpê dike, guftûgoyên têne kirin jî nagihîjin encamê.

Piştî vê hevdîtinê, şandeya Rûsyayê ji Desteya Enerjiyê diyar kir ku wê sibê biçe serdana stasyona Elokê û ji dewleta Tirk û çeteyên wê bixwaze li gorî peymanê tevbigerin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, li gorî peymana sala 2020’an, divê Desteya Enerjiyê, kehrebeyê bide stasyona Elokê û dewleta tirk a dagirker jî bihêle av bigihêje Hesekê.

Back to top button