Girtiyên Behdînanê.. Dadgehkirina wan careke din hat taloqkirin

Çalakvanên herêma Behdînanê ji Hezîrana 2020’an ve girtî ne. Duh rûniştina wan ya li dadgehê pêk hat û careke din dadgeh hat taloqkirin. Çalakvanên Mafê Mirovan ên Hewlêrê dibêjin, taloqkirina dadgehê şerekî derûnî ye.

Çalakvanên mafê mirovan ên herêma Behdînanê ji meha Hezîrana 2020’an ve ji aliyê PDK’ê ve girtî ne.

Doh cara diduyan Mesud Elî Hacî, Bendewar Eyub, Karger Ebas Elî û Şêrwan Teha Emîn derxistin pêşberî dadgehê.

Bi sedema guhertina serokê dadgehê, dadgeh ji bo demeke nediyar hat taloqkirin.

Aktivîstên Mafê Mirovan ên Hewlêrê ku doza dadgehê şopandin, xwestin parlamenterên herêmê zorê li partiyên siyasî bikin da ku girtî bêne berdan.

Aktivîstê Mafê Mirovan Behzad Hisên der barê taloqkirina dadgehê de ji Rojnews re axivî û taloqkiina dadgehê weke xedir bi nav kir.

Back to top button