KCK: Divê li dijî sûîqestan helwesteke xurt were nîşandan

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bi daxuyaniyekê qetilkirina Mehmet Zekî Çelebî li Silêmaniyê, ragihand ku heke li dijî van sûîqastan hêzên siyasî yên Kurdistanê helwestan nîşan nedin dibe ku mafê lêvegerandinê bê bikaranîn.

KCK’ê diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê bi hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê, penaberên siyasî tên qetilkirin û got:

“Komîseriya penaberan a NY’ê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê, ji ber ku heta niha li hember van kuştinên bi siyasî tu helwestek cidî nîşan nedane û ji van kuştinan berpirs in.”

Di dewama daxuyaniyê de KCK’ê got:

“Bi van qetliam û kuştinên polîtîk dixwazin gelê Kurd, şoreşker û welatparêzan bitirsînin, biçewisînin û gav bi paş de bidin avêtin.

Li gor dewleta Tirk her Kurd neyar e û divê were kuştin.

Di şexsê Mehmet Zekî Çelebî de ev yek cardin aşkere bû.

KCK’ê di dawiyê de bang li Xaça Sor, Komîseriya Penaberan a NY’ê û rêxistinên mafên mirovan ên saziyên navneteweyî yên bi mafên penaber û mirovên polîtîk re têkildarin li hember kuştinên polîtîk ên bi hevkariya MÎT-Parastinê, helwest nîşan bidin.

Ji qatilan wê teqez hesab were pirsin.”

Back to top button