Edhem Barzanî êrişên dewleta Tirk şermezar kir

Siyasetmedar Edhem Barzanî derbarê êrişên dewleta Tirk ên îro li ser bajaroka Axceler û Wargeha Mexmûrê pêkhatin de peyamek da û êriş şermezarkir.

Siyasetmedar Edhem Barzanî derbarê bombebaranên dewleta Tirk de peyamek belavkir.

Barzanî di destpêkê de êrişên dewleta Tirk şermezar kir û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got:

“Sersaxiyê ji kesûkarên Kurdistaniyên Bakur û Başur re dixwazim ku îro di bombebarana hêzên asîmanî yên Tirkiye de li Başûrê Kurdistanê de şehîd bûn.

Edhem Barzanî di dawiya peyama xwe de got:

“Em hevxemê we ne, hêvîdarim cihê şehîdan buheşta berîn be.”

Back to top button