Li hemberî Dorpêça hikûmeta Şamê li ser Şehbayê Navenda Kooperatîfan a Efrîn û Şehbayê bi projeyên koperatîfan ve dixwazin barê gel sivik bikin.
Li hemberî dorpêça Hikumeta Şamê li ser Şehbayê, Destay Aborî ya Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê navneda Koperatîfan avakir.
Desteya Çandiniyê li kantonê 2 hezar û 100 hektar zeviyên çandiniyê radestî kooperatîfê kirin.
Ev zevî li ser hezar û 700 li malbatên koçber hatine belav kirin.
Ji her malbatekê re hektar heya hektar û nîvek derdikeve.
Hejmara projeyên çandiniyê 225 e.
Ji wan 175 proje pêk tên, lê 50 projeyan hîna dest pê nekiriye.
Hezar û 300 malbatên koçberên Efrînê ji van projeyan sûdê werdigirin.
200 ton genim, ceh, nîsk, sile, kemûn, gijnîj, reşreşk û 40 ton semadê zivistanê û 50 ton semadê biharê û 100 darên zeytûn û fistiqên helebî hatine veqetandin.
Û dê li gorî pêdivî û demê werin belavkirin.
Derbarê pirojeyên Kooperatîfan de Berdevkê Navnedê Yehya Hesen diyar kir ku ew bi van projeyan ve hewil didin barê milet sivik bikin