Şêniyên Dêrazor û Minbicê: Ji Rêber Ocalan xwedî derketin xwe xwedîderketin e

Hemleya komkirina îmzeyan a ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan didome.
Şênîyên Dêrazor û Minbicê bi girseyî tev li vê hemleyê bûn û diyar kirin ku li Rêber Ocalan xwedî derketin xwe xwedî derketin e.

Girêdayî mijarê, endamê Komîteya Azadiya Rêbertî ya Minbicê Mihemed El Şewax wiha got:

“Gel hemleya komkirina îmzeyan ya ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî rêber Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bi girseyî pêşwaz kir.

“Ne tenê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dike, lê belê ev yek xwesteka hemû azadîxwazan e.

Ji ber ku êdî rêber Ocalan li cîhanê sembol e.”

Li aliyekî din jî Hevseroka Komîteya Hundirîn a Minbicê Wedhe El Casim jî piştgirîya xwe ya pêngavê anî ziman û got:

“Ji ber ku rêber Ocalan di oxira rizgarkirina gelên bindest de hemû berdêl da berçavê xwe. Girîngiyeke mezin da azadiya jinê.

Ji bo azadiya wî ya fîzîkî emê heta dawî têbikoşin”

Her wiha Hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Minbicê Buseyne El Hisên jî diyar kir ku ew tecrîdê qebûl nakin û dê li dijî tecrîdê têbikoşin

Back to top button