Aldar Xelîl: Daxuyaniyn dawî yên birêz Nêçîrvan cihê mixabiniyê ne

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl daxuyaniyên vê dawî yên Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê Rojava de rexne kir û diyar kir ku Barzanî bi van daxuyaniyan êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava rewa dike.
Aldar Xelîl destnîşan kir ku ev daxuyanî nakevin çarçoveya berjewendî û yekîtiya gelê Kurd de û bang li Nêçîrvan Barzanî kir ku dûrî her tiştekî ku zererê bighîne Kurdan be.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyên xwe yên li gel malpera Monitor îdîa kir ku têkiliyên Qendîl û Rêveberiya Xweser bi hev re hene û ew heman hincetên ku dewleta Tirk pê êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewa dike.

Di vê çarçoveyê de endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM Aldar Xelîl ji ANHA’yê re axivî.

Aldar Xelîl anî ziman ku daxuyaniyên dawîn ên birêz Nêçîrvan Barzanî cihê mixabiniyê ne û piştgiriya van hincet û rewabûna eşkere ya dagirkeriyê ne.

Xelîl got: Bi êrişên dewleta Tirk ên dawîn li dijî herêmê, me dît ku çawa tevahî cîhan li hember sekinî û şermezar kir.

Her wiha bi wê re jî pêşdeçûneke girîng pêk anîn ku bûne mijara girîng di cîhanê de.

Aldar Xelîl: Ev daxuyanî xebata yekrêziya kurdî asteng dike

Aldar Xelîl daxuyaniyên Barzanî rexne kirin ku xebata ykrêziya Kurd asteng dike û diyar kir ku ev daxuyanî bi temamî nakeve xizmeta gelê Kurd.

Xelîl destnîşan kir ku Birêz Nêçîrvan dikare van nêrîn an jî rexneyan bighîne aliyên têkildarî dema ev rexen di cih de bin, ew jî bi rêya mekanîzmaya pêwendiyaên heyî û tekez kir ku birêz Nêçîrvan wan baş dizane.

Aldar Xelîl: Pêwîst e Nêçîrvan Barzanî girîngiyê bide encamên neyênî yên daxuyaniyên xwe

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl di dawiyê de bang li serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir ku dûrî her tiştekî ku zererê bighîne Kurdan be û da xuyakirin ku pêwîst e birêz Nêçîrvan girîngiyê bide encamên neyênî ji van daxuyaniyên xwe li kolana Kurdî.

Back to top button