Rêveberiya Xweser careke din banga diyalogê li Şamê kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê careke din banga danustandinan li rejîma Sûrî kir.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebd Hamid El-Mihbaş destnîşan kir ku aloziya Sûriyê ev 10 sal e rû dide, ji ber ku şoreşa Sûriyê bû çekdarî û got,

Hin alî li şûna ku xwe bispêrin danûstandinan û diyalogê ji bo çareseriya aloziya Sûriyê, berî dan leşkertiya şoreşa Sûriyê û şerkirinê.

Mihbaş destnîşan kir ku berpirsyariya girêkirina aloziya Sûriyê li ser hin aliyên ku serê xwe hişk dikin ên ku daxwazên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê paşguh dikirin, hildigirin.

Ebdilhamid Mihbaş bibîr xist ku aloziya Sûriyê bi leşkertiyê çareser nabe, lê divê bi diyalogê wê çareser bibe û banga diyalogê di navbera gelê Sûriyê ji bo çareseriya Sûriyê kir.

Back to top button