Koçberên Serê Kaniyê: Daxuyaniyên Merkel û îdîayên wê yên mafê mirovan bi nakok in

Meclisa Serê Kaniyê û Koçberên Girê Spî yên ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker neçarî koçberiyê bûne, derbarê daxuyaniyên Angela Merkel de daxuyanî dan. Koçberan bang li Merkel kir ku ferq û cûdahiyê nexe navbera koçberan û nebe hevkarê Erdogan di sûcên şer de. Koçberan bang li civaka navnetewî kir ku wan jî weke koçberên bi darê zorê hatine koçberkirin nas bikin.

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel piştî hevdîtina bi Erdogan re, di civîna çapemeniyê de got, ew bi tevahiya rêbazan piştgiriya penaberên ji Idlibê dikin.

Lê Merkel behsa koçber û penaberên ku ji Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê yên di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de bi darê zorê ji warên xwe koçber bûne, nekir.

Merkel her weha ji bo xatirê Erdogan, koçberên Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrîn weke koçber nehesiband.

Meclisa Serê Kaniyê derbarê vê mijarê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî li Kampa Waşokanî hat dayîn.

Meclisa Serê Kaniyê paşguhkirina Merkel ji êşa koçberên Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê re şermezar kir û diyar kir ku divê Merkel bê cûdahî li koçber û penaberên Sûrî meyze bike.

Meclisê dest nîşan kir ku daxuyanî û îdîayên Merkel yên derbarê demokrasî û mafê mirovan de bi nakok in.

Meclisa Serê Kaniyê bang li hemû hêz û saziyên navnetewî kir ku li hemberî koçber û penaberên Sûrî bê ferq û cûdahî bi erka xwe rabin û koçberên Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê weke kesên bi zorê hatine koçberkirin nas bikin.

Koçberên Girê Spî: Divê em garantiy navnetewî vegerin malên xwe

Bi heman armancê, koçberên Girê Spî yên li Kampa Girê Spî daxuyaniyek dan.

Koçberên Girê Spî bang li Merkel kirin ku piştgiriya Erdogan neke, ji ber ku li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî sûcê şer dike û zêdeyî 300 hezar şêniyên resen yên Serê Kaniyê û Girê Spî neçarî koçberiyê kirin.

Koçberan her weha bang li Cîhanê kir ku ji ber van sûcan Erdogna ceza bike û bi garantiya wan vegerin cih û warê xwe.

Back to top button