Pentegon: Derûniya 34 leşkerên me yên li Iraqê xera bûye

Wezareta Parastinê ya Amerîka Pentegonê ragihand ku piştî êrîşa Îranê ya li ser navendên wan yên li Iraqê, hêjmara leşkerên wan yên derûniya xwe xerab bûyî gihişt 34 an.

Berdevkê wezareta parastinê ya Amerîka Jonathan Hoffman li ser rewşa leşkerên wan yên piştî êrîşa bi moşekan a Îranê daxuyaniyek da.

Jonathan Hoffman diyar kir ku armanca wan ya sereke ew e agahiyên zelal têkildarî rewşa leşkerên xwe yên li Iraqê bide û wiha got:

Piştî êrîşa Îranê ya li hêzên me yên Iraqê, hatiye piştrastkirin ku 34 leşkerên me derûniya xwe xera bûne.

Beşek ji van leşkeran li Almanya û beşek jî li Kiwêtê têne dermankirin.

Hoffman têkildarî leşkerên ku derûniya wan xerab bûyî û li welêt vegeriyane jî ti agahî neda.

Serokê Amerîka Donald Trump, di dema êrîşa Îranê de gotibû, tiştek bi hêzên wan ne hatiye.

Piştî kuştina Fermandarê Feyleqa Qûdisê Qasim Silêmanî ya 3 Çileyê yê, Îranê jî di roja merasîma veşartina Silêmanî de, baragehên Amerîka yên El Esed û Hewlêrê bi moşekan topbaran kiribûn.

Back to top button