Komkujiya li Til Rifetê li bajarê Bonn ê Elmanyayê hat şermezarkirin

Komkujiya Til Rifatê ku di encamê de 8 jê zarok 10 sivîl şehîd bûn, li derveyî welat jî rastî nerazîbûnên tund hat. Li bajarê Bonn yê Elmanyayê ji bo şermezarkirina komkujiya li Til Rifetê û sûcên şer yên dewleta Tirk li pêşiya avahiya NY çalakî hate lidarxistin. 

Piştî çalakiyên li Elmanya, Hollanda, Fransa û Avusturyayê, doh dîsa li bajarê Bonn yê Elmanyayê ji bo şermezarkirina komkujiya Til Rifetê mîtîng hate lidarxistin.

Girseyeke qelabalix li pêşiya avahiya Netewên Yekbûyî bom bû û sûcên şer yên dewleta Tirk şermezar kir.

Di mîtîngê de wêneyên zarokên ku di komkujiya Til Rifetê de şehîd bûne hatin hildan.

Beşdarên mîtîngê bêdengiya qada navnetewî ya li dijî komkujiyê jî şermezar kirin û destnîşan kirin ku bêdengî jî hevkariya sûcên şer e.

Çalakgeran xwestin komkujiya Til Rifatê ku bi destê dewleta Tirk pêk hat, weke sûcê şer were nasîn.

Piştî mîtîngê çalakgeran dosyaya ku derbarê komkujiya Til Rifatê de amade kiribûn radestî berpirsên NY’ê kirinK

Leave a Reply

Back to top button