Şerê li herêma qaşo “bêçek” a li Idlibê di navbera hêzên Hikûmeta Şamê de û çeteyan de dewam dike. Çeteyên dewleta Tirk jî êrişî bajarokê Corîn ê Hemayê yê di bin kontrola hêzên Hikûmeta Şamê de kirin. Her wiha balafirên şer ên Rûsyayê vê sibê deverên çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûrî bombebaran kirin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên dewleta Tirk bi moşekan bajarokê Corîn ê li rojavayê Hemayê yê di bin kontrola hêzên hikûmeta Şamê de da ber topan.
Navendê diyar kir ku derbarê kuştî û birîndaran de tu agahî nehatin bidestxistin.
Li aliyekî din jî, hêzên Hikûmeta Şamê herêmên El-Bara, Sifohin, Fitêra û Filêfil yên çiyayê Zawiyê li başûrê Idlibê hedef girtin.
Balafirên şer ên Rûsyayê deverên çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kir
Her wiha balafirên şer ên Rûsyayê jî deverên çeteyên DAIŞ`ê yên li sêgoşeya Hema-Heleb-Reqayê û heta çolistana rojhilatê Humsê û ya Dêrazor û Reqayê jî, bombebaran kirin.
Duh jî balafirên şer ên Rûsyayê li dijî deverên DAIŞ`ê yên li herêma Xanim El-Elî, çiyayên El-Beşerî û herêma Asreya zêdetirî 50 êrişên hewayî pêk anîbûn.