ÇILROJIYA ŞEHADETA DIYAR XERÎB

Îro jî cilrojiya şahadeta Diyar Xerîb e.
Endamê Kosneya Rêveberiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb 5’ê Tîrmehê li Qendîlê li gel du gerîlayên din di encama êrîşa balafirên dewleta Tirk de şehîd dibe.
Diyar Xerîb ji ber bandoriya hewldan û têkoşîna wî ya ji bo azadî û yekîtiya neteweyî bû hedefa dagirkerên Kurdistanê.
Şehîdbûna Xerîb êşek mezin xist nava kesên ku Xerîb nas dikir.
Xerîb bi dehan ciwan bi rihê nîştimanî perwerde kirine û niha xebata wî dimeşînin.

Diyar Xerîb.

Navekî ku li seranserî Kurdistanê tê naskirin e.

Endamê Kosneya Seorkatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb 5’ê Tîrmehê li gel du gerîlayan, di encama bombebrana balafirên Deweta Tirk de şehîd dibe.

Îro çil roj derbas dibin.

Diyar Xerîb anjî Heval Helmet weke ku li nava hevalên xwe tê nasîn, sala 1973 li gundê Sêwsênan ê Qeredaxa Silêmaniyê ji dayik dibe.

Ew li bajarê Silêmaniyê mezin dibe û astên dibistanên seretayî û amadeyî lê dixwîne.

Paşê beşê Fîzkê li li Zanîngeha Selahedînê ya Hewlêrê temam dike.

Di çaxekê de ku, valahiyek di siyaseta Başûrê Kurdistanê de çêdibe, Diyar Xerîb bi navê PKKû û Ocaln dibhîze.

Piştî raperîna bihara 1991’an a Başûrê Kurdistanê zêdetir bîr û bîrdoziya PKK’ê nas dike.

Lewma sala 1992’an nêzî wê dibe û piştî sê salan dibe endamê PKK’ê

Diyar Xerîb Cotmeha 1997’an diçe gel Rêber Ocalan.

Xerîb ji bo wê jî wiha dibêje.

Ez bi firkê Ocalan ve hatim girêdan, lê dîtina wî ji bo min tiştek cuda bû.

Xala bihêz a Ocalan ew e ku tiştek veşartî tine bû, her tişt bi eşkere digot.

Heval Helmet di nava tevgera Azadiya Gelê Kurd de, gelek peyweran digire.

Sala 2014’an dibe Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê.

Berî û piştî vê erkê, her tim dixwest Yekîtiya Neteweyî çêbibe û gelekî bi hêvî bû.

Ji lewer di hemû gavên xwe de, behsa yekîtyê dikir.

Ji ber vê xebata Şehîd Diyar Xerîb a li dijî projeyên dagirkerên Kurdistanê, dibe hedefa wan.

Dibe ku Şehdeta Diyar Xerîb êşeke mezin di dilê Gelê Kurd de hişt, lê belê bandoreke mezin jî li ser xeta azadiyê di serê her kesî de çand.

Li ser heman bingehî, bi dehan ciwan, xeta azadiya gelê xwe, bi stûn dikin.

Daxwaza Diyar Xerîb jî ev e.

 

Leave a Reply

Back to top button