Çalakiya konvedanê ya dayîk û malbatên şehîdan a li Sêmalka a ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe ku hêzên PDK’ê ew şehîdkirine, dewam dike. Çalakî bi piştgiriya gel û endamên Meclisa giştî ya kantona Hesekê di roja 46’an de ye.
Endama rêveberiya ciwanên PYD’ê Delal Bero di bin konê çalakiyê de axivî û got, daxwaz ji PDK kir ku daxwaza dayîkên şehîdan bi cih bînin û cenazeyên zarokê wan teslîmî wan bikin.
Delal Bero diyar kir heta PDK’ê cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan nekin, ew ê çalakiyê xwe bidomînin.
Endamê Meclisa navçeya Sifeya y bi ser kantona Hesekê Telal Cewher jî axivî û bang li aliyên siyasî kir ku destwerdana bikin û cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin.