Di 12 salên dawî de nêzî 8 hezar kîlometre darê amazon hatine birîn

Talan û qutkirina darên Amazonê ji aliyên desthilatdarên Brezîlyayê ve têkirin.
Li hember vê talanê qebîleyên resen li berxwedin û dengê xwe digîhinin raya giştî. Jiber têkoşîna ji bo xwezayê lîdera Waoranî Nemonte Nenquimo weke qehremana îsal ya parastina hawirdorê hate ragihandin.

Daristanên Amazon weke kezeba cîhanê tê nasîn,leza germahiya global kêmdike û tepoyaya korbonê ye.

Lê mixabin ji bo zevî û kanên madenan sal bi sal daristanên Amazon ji holê tên rakirin darên wî tên jêkirin.

Hate ragihandin ku rayedarên Birezîlayê bê ku nêrîna xwecîhîyên Amazon bigrin projeya li ser erdên şêniyên Amazon pêk tînin.

Li gor zanyarên Brezîlyayê ji dema hatina serokê Brezîlya Jair Bolsonaroyê hatiye ser desthilatdar heta niha 7 hezar 536 kîlometre erdê daristanê Amazon ji holê hatiye rakirin.

Taybet jî di 12 salên dawî de jêkirina daran gîhîştiye asta herî jor.

Lîdera amazonê nenquimo xelata salê ya qehremaniya hawirdorê stand

Li hemberê vê talana xwezayê yek jî qebîleya herî resen ku niha di Ekvatorê jiyan dikin qebîleya Nemonte Nenquimo ye. Nîmont nenkîmo

Di qebîleya Nemonte Nenquimo de jin xwedî gotine û qebîleyê rêve dibe û zilam jî parastinê dikin.

Her sal ev qebîle ji bo xwe qehreman ango pêşengek diyar dikin.

Lîdera gelên daristanên Amazon yên li Ekvadorê, îsal xelata Hawirdorê girt û weke qehremana Hawirdorê hate ragihandin.

Nemonte Nenquimo herêmeke bi qasî 2 hezar km ya daristanên baranê ku wê ji bo derxistina petrolê hatiban wêrankirin bertek nîşan da û vê yekê jî xelat pê da qezenckirin.

Nenquimo û gelê Wêranî Waorani ya lîdertiyê ji wan re dike, li dijî hikumeta Ekvadorê, ya herêmên girêdayî wan têk dibin gilî kiribû û doz biribû meh-kemê.

Di mehkemeya 2019’an ku gelê herêmê qezenc kir de, biryara parastina gelê herêmê jî hate derxistin.

Xelata Hawirdorê ya Goldman ya Korewî ya îsal ji bo lîdera gelê herêmê nenkîmo Nenquimo û kesên ji Gana, Fransa, Miyan-mar, Bahama û Meksîka hatin parvekirin.

Back to top button