Piştî cîgira wî Kamala Harris, yekem car, jin cihê xwe di Wezareta Gencîneya Amerîkî de jî digire.
Serokê DYE Joe Biden ê nû hilbijartî, jineke din derbasî kabîneya xwe kir..
Biden, seroka berî ya Meclisa Yedek a Federal Janet Yellen, (Janêt Yêlin) weke Wezîra Gencîneya Amerîkî destnîşan kir..
Eger Senatoyê li ser erê kir, wê di dîroka Amerîkayê de bibe jina yekem a vî erkî digire ye.
Berî niha, tîma Joe Biden ragihandibû, ew ê hemû bendên nijadperest û zayindperest bişkîne û soza cihêrengiyê dabû.
Berî vê jî, tîma Têkilî û Hevpeywendiyên Giştî bi temamî jin hatin erkdarkirin.