Artêşa Tirk deverên Amed û Şirnexê dide ber agir

Li bajarên Amed û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê artêşa Tirk êrîşên xwe didomîne û gelek cih û dever ji aliyê leşkerên Tirk de tên şewitandin.

Artêşa Tirk piştî operasyona leşkerî ya li bejahiya Pirejmanê, di 1’ê Hezîranê de agir berda daristana li quntarê çiyayê Gorsê.

Neh roj in şewat dewam dike û gihîştiye gundên Bahçekapi û Çevrecîk ên navçeya Aricakê ya Xarpêrtê.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî, şewat ber bi gundê Pirejmanê ve belav dibe û şewat gefê li gelek gundan dixwe.

Li aliyê din jî, artêşa Tirk li qada Deriyê Cebraîl a li derdora Çiyayê Cûdî yê Şirnexê dar birî, qad şewitand û niha jî kalekoleke nû çêdike.

Her wiha ji bo berfirehkirina qadên dagirkirî ‘rêya ewlekariyê’ jî tê çêkirin û gelek dar li herêmê hatine birîn.

Back to top button