YRK: Operasyona hêzên Îranê li kosalanê berdewam e

Navenda Ragihandina YRK’ê têkîldarî êrişên Îranê ên li Kosalanê daxuyaniyek da.
YRK’ê ragihandi ku êrişên hêzên Îranê ya ji 12’ê Hezîranê ve hatiye destpêkirin dewam dike.

Navenda Ragihandina Yekineyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser operasyona hêzên Îranê ya li herêma Koselanê daxuyaniyek da.

YRK’ê ragihand li Kosalanê operasyona ku 12 Hezîranê hat destpêkirin berdewam e û wiha got:

“Bejahiya herêmê tê topbarankirin.

Agir bi bejahiyê ketiye û çûyîna qada operasyonê qedexe ye.

Gel bi fikar e û qedexe bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyan dike.”

YRK’ê ragihand li Merîwanê jî devdora gelek gundan ji aliyê Sipayê Pasdaran ve hatiye bombebarankirin.

Di encama topbaranê de şewat bi devdor ketiye.

Xelkê herêmê xwestiye ku agir bi derfeta xwe vemirîne lê hêzên Îranê nehiştiye.

Ji ber vê yekê li gelek deveran daristan û erd şewitîne.

Operasyona hêzên Îranê ya li herêma Kosalan dewam dike

Back to top button