Rêxistinên Jinan yên li Kelarê destdirêjiya li ser zarokan ya dibin navê zewacê de, şermezar kirin û bang li rêxistinên navnetewî kirin ku rê li ber zewaca di temenê biçûk de bigrin.
Di 27’ê Mijdarê de zarokek keç a 13 salî ji ber deynan bi zilamek temen 41 salî re hate zewicandin.
Beriya wê jî zilamek 51 salî xwest bi zarokek keç a temen 14 salî re bi zewice.
Piştî van bûyeran, rêxistinên jinan nerazîbûna xwe anîn ziman.
Li parka Meşxel ya navçeya Kelar a ser bi Herêma Germiyan, nûnerên beşek ji rêxistinên jinan bi dirûşmeya ‘Destdirêjiya li ser zarokan ya bi navê zewacê rawestînin’ çalakiyek nerazîbûnê lidarxistin.
Çalakvan Viyan Sabir di çalakiyê de axivî û got:
Em bang li tevahî rêxistin û aliyên peywendîdar dikin ku zewaca di temenê biçûk de bidin rawestandin.