YPJ: Şoreşa Rojava xwe di şexsê jina Kurd û Ereb de îfade dike

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ji bo 5 şervanên YPJ’ê ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, daxuyanî da û ji malbatên wan re sersaxî xwest.

Navenda Regihandina YPJ’ê ji bo 5 şervanên YPJ ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn û doh nasnameya wan eşkere kiribû daxuyanî da û wan bibîranîn.

YPJ di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku bi ked û fedekariya şehîdên leheng, şoreşa Rojava di şexsê jina Kurd û Ereb de îfadeya xwe di yekîtiya xwişk û biratiya gelê Kurd û Ereb de şênber kiriye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi berxwedana şehîdan û gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk wê têk biçe û weha hat gotin:

“Rêheval Aryen, Silava û Avaşîn, li Serê Kaniyê di şerê Berxwedana Rûmetê de di alaya xweser ya şehîd Zîlan Efrîn de cihê xwe digirtin û di taxa Hewarna ya Serêkaniyê de li hemberî êrîşên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker destaneya fedekarî û lehengiyeke mezin nivîsandin. Li ser şopa pêşeng û fermandara Berxwedana Serdemê şehîd Zîlan Efrîn, rihê tolhildanê mezin kirin.”

YPJ diyar kir ku weke şopdarên xeta şehîdan ew ê têkoşînê xurt bikin û xeyalên wan mayînde bikin û got:

“Ji malbatên wan, gelê me yê Efrînê û hemû gelê me yê berxwedêr yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re sersaxiyê dixwazin.”

Leave a Reply

Back to top button