Jinên herêmê: Divê gel piştgiriya gerîla bike

Rêveberên saziyên jinan bang li gelê Kurdistanê kir ku piştgiriya ji gerîla re zêdetir bike.

Endama rêveber a Mala Jinan a Navçeya Şêran Zeyneb Nasan got:

“Dagirkerî bi her rê û rêbazan hewl dide erdnîgariya herêmê dagir bike.

Lê hêzên gerîla li hember alava şer a dewleta Tirk disekinin.”

Zeyneb eşkere kir ku xeta îxanetê ya îro li dijî gerîla tê meşandin ne li gorî Kurdan e.

Ji lew re divê beriya dem derbas be ji biryarên xwe vegerin.

Li aliyekî din jî berpirsa beşa perwerdeyê ya Koordînasyona Kongra Star Rohat Ebdî jî got:

“Gelê herêmê gavek ber bi azadiyê ve avêt.

Ger ev gel bixwaze di vê rêyê de dewam bike, divê piştgiriya gerîla bike.

Li hember her kesê hewl dide di xencerê li pişta xeta berxwedanê bike bisekine.”

Hevseroka Navçeya Kobanê Meqbûle Bekê jî tekez kir ku divê dengê li hember hevakrên dijmin bilin bibin.

Şêniyên Dirbêsiyê êrişên li dijî Herêmên Parastina Medyayê şermezar kirin

Back to top button