Şêniyên Dirbêsiyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û gotin piştgiriya HPG’ê dê serkeftinê bîne û planên dewleta Tirk a dagirker têk bibe.
Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hêrsa gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bilind kir.
Fatme Keleş a ji Dirbêsiyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker tevî bikaranîna çekên kimyewî, bi êrîşên balafiran jî nikarîbû berxwedan û lehengiya gerîla têk bibe û got:
“Em van êrişên terorane yên li dijî hêzên me, her wiha îxaneta ku piştgiriyê dide dewleta Tirk a dagirker di êrişên wê yên li dijî herêm û gelê me, şermezar dikin.”
Siûd Dirbas jî destnîşan kir ku tevahî planên li dijî gelê Kurd û heremê bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan têk biçin.
Edla Misto jî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên civata navneteweyî li dijî gel komkujiyan pêk tîne û got:
“Divê rejîma dewleta Tirk bizane têkoşîna me berdewam e û hemû keç û xortên gelê me ji bo doza xwe fedakar in.”