TEV-DEM’ê şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr anîn û diyar kir ku divê jenosida li Şengalê bê naskirin.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Şengalê daxuyaniyek da û got:
”Beriya 9 salan civaka Êzdî li Şengalê bi fermaneke din re rû bi rû ma ku DAIŞ’ê komkujî li dijî wan pêk anî.
Destê PDK’ê di êrişê de û di qirkirina civaka Êzdî de hebû, ji ber ku Şengal di bin kontrola wê de bû.
TEV-DEM’ê diyar kir ku NY’yê berpirsa vê jenosidê ye ji ber ku komkujiyê nas nake û hesab naxwaze.
Di dawiyê de TEV-DEM’ê bang li civaka navneteweyî û NY kir ku jenosida li Şengalê nas bike.