Şêniyên Minbicê: Em ê bi hevgirtinê azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin

Şêniyên Minbicê diyar kir ku gef û zextên li dijî Rêber Apo û nameyên gefxwarinê yên radestî wî hatine kirin vîn û berxwedana gelên bi fikir û felsefeya wî bawer in, têk nabin.

Hena Tilcebînî diyar kir ku gefên li dijî Rêber Apo bi armanca şikandina vîna gelên azad tê kirin û got:

“Em ê bi hevgirtinê azadiya wî ya fizîkî pêk bînin û projeyên li dijî gelan têk bibin.”

Salih Cefal jî destnîşan kir tevî ku Rêbertî 24 sal girtî ye fikrê wî li ser asta cîhanê belav bûye, bang li tevahî rêxistinan kir ku rewşa Rêber Apo eşkere bikin.

Mihemed El Xemîs da zanîn ku bi fikra netewa demokratîk a Rêber Abdulla Ocalan pêşkeş kiriye ji hewldanên derxistina fitneyan hişyariyek daye avakirin û got:

“Bi rêya derxistina fitneyan, ji bo herêmên din werin dagirkirin, xêr û bêrên wê werin talankirin, dixwazin gelê herême ji fikra Rêber Abdullah Ocalan bi dûr bixin.”

“Ji bo têk birina tecrîdê divê em têkoşîna xwe mezin bikin”

Back to top button