Çete ji bo desteserkirina malan li Efrînê daxwaza belgeyên milkiyetê dikin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê bênavber dewam dikin.
Çeteyan ji gundê Kefer Sefrê yê bi ser Navçeya Cindirêsê du kes û li gundê Qitmê jî 2 kes revandin.
Li aliyê din çete ji bo ku destê xwe deyînin ser malûmilkên welatiyên Efrînê, daxwaza belgeyên milkiyetê dikin.

Efrîna dagirkirî, rojane rastî hemû cure sûc û binpêkirinan ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve tê.

Malpera Efrîn Post ragihand ku çeteyên El-Sultan Murad daxwaza belgeyên milkiyeta malûmilkan ji welatiyên Efrînê dike da ku destê xwe deyîne ser malûmilkên welatiyên Efrînê yên ku bi darê zorê hatine koçberkirin.

Malperê da zanîn ku ew koma çeteyan heta niha destê xwe daniye ser 450 mal û 250 dikanan.

Li aliyekî din revandina sivîlan li Efrîna dagirkirî bi hincetên bêbingeh dewam dike.

Çetêyan du ciwan ji gundê Kefer Sefrê revandin

Çeteyên Feleq El-Şam du welatîyên bi navê Mistefa Mihemed Mecîd û Mihemed Welîd Hisên ji gundê Kefer Sefrê yê girêdayî Navçeya Cindirêsê revandin û berê wan da girtîgeha gundê Îska yê bi ser navçeya Şera.

Li gundê Qitmê welatiyek 60 salî û dayîka wî ya 80 salî hatin revandin

Malperê ragihand ku di 15’ê tebaxê de, çeteyan welatiyê bi navê Reşîd Elo yê 60 salî û dayîka wî Ayşe ya 80 salî, ku ji derveyî welat hatibû û derbasî Efrînê bûbû, li ser benda kontrolê ya li ser çerxareya Qitmê – Şera, revandin.

Di 12’ê tebaxê de jî çeteyan du welatiyên bi navê Kawa Elî Mamo yê 37 salî û Hesen Ehmed Sîdo yê 56 salî yên ji gundê Kêla revandin

Li gundê Celemê yê bi ser Cindirêsê jî, çeteyan di 15’ê tebaxê de 3 welatiyên Efrînê bi navê Heysem Şêxo, Ciwan Mistefa Şêxû û Rokan Mistefa Şêxo revandin.

Li gundê Qurtuqlaqê yê bi ser Navçeya Şera jî dorpêça çeteyan ya ser gund dewam dike.

Di 15’ê tebaxê de çeteyan 12 welatî jin jî di nav de ji gund revandin.

Back to top button