KNK: QIRKIRINA ERMENAN SÛCEKE NAYÊ INKARKIRIN

Kongreya Netewî ya Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî qirkirina li ser civaka Ermenan a 1915’an şermezar kir.
KNK’ê bang li Komara Tirkiyê kir ku qirkirinê qebûl bikin û pêdiviyên wê bi cih bînin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî qirkirina Ermenan a sala 1915’an şermezar kir.

KNK’ê diyar kir ku ev qirkirin li dijî mirovahiyê sûcek e ku ne mumkune were inkar krin.

“Di vê qirkirine de rêvebirên Cemîyeta Ittihat Teraki, çeteyên Teşkîlata Mexsûsa, Alayên Hemîdîyê û Artêşa Osmanî, efserên di Artêşa Osmanî de kar dikirin, li hemberê mirovahîyê sûc kirin. Gelê Ermenî û Asûrî-Suryanî-Kildanî, bi armanca ku bi dirok û kultura wan ve ji holê rakin qir kirin”.

104.SALVEGERA KOMKUJIYA ERMENAN
KNK:JI MILYONEKÊ ZÊDETIR MIROV HATINE KUŞTIN

KNK’ê destnîşan kir ku di vê qirkirinê de ji milyonekê zêdetir mirov hatin qetilkirin û got:

“Di vê komkujiyê de li ser milyonekê mirov bi barbarî û bi rengên cuda û li cihên cuda hatin kuştin.

Bi sed hezaran kes jî ji cih û warên wan, bi Qanûna Tehcîrê hatin koçber kirin.

Bi deh hezaran, piranî zarokên keç û jinên ciwan, hatin misilman kirin.

Bi awayekî xeyrî insanî, bi zorê hatin zewicandin.

Hejmareke ne diyar mal û milk û dewlemendî hatin desteser kirin û xesp kirin.”

104.SALVEGERA KOMKUJIYA ERMENAN
KNK:BILA KOMARA TIRK QIRKIRINÊ QEBÛL BIKE

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir;

“Piştî jenosîda ku 104 sal li sere derbazbûyî, Komara Tirkîyê ku mîratgirê Imparatorîya Osmanîyan e, vê qirkirinê qebûl neke hingê dibe şirîkê vî sûcî ku ev tê wateya bi awayekî din domandina jenosîdê. Bi vê mebestê em bang li Komara Tirkîyê dikin ku qirkirinê qebûl bike û pêdivîyên wê jî bîne cih”.

Leave a Reply

Back to top button