Şêwirmendê Heşdî Şebî yê Şengalê Murad Kalo banga tifaqê li Êzidiyan kir

Nerazîbûnên li dijî êrîşên li ser Şengalê li başûrê Kurdistanê jî zêde dibin.
Şêwirmendê Heşdî Şebî yê Şengalê nerazîbûn nîşanî bêdengiya Iraqê ya li dijî êrîşan da û banga tifaqê li Êzidiyan kir.
Çalakvanên siyasî, nivîskar û parlementeran jî bang li herkesî kirin ku dijî dagirkeriya dewleta Tirk xwedî helwest bin.

Şêwirmendê Heşdî Şebî yê Şengalê Murad Kalo derbarê êrîşên Tirkiyê ser Şengalê berteka xwe nîşan da.

Murad Kalo rexne li bêdengiya hikûmeta Iraqê kir û banga tifaqê li Êzidiyan kir.

Ronak Mecîd bang li her kesî kir ku xwedî helwest bin

Nivîskar, pisporên ewlekariyê û parlamenterên Iraqê jî ji Rojnews re axivîn û bêdengiya hiûmeta Iraqê şermezar kir.

Çalakvana siyasî Runak Mecîd diyar kir ku PDK di êrîşa ser Şengalê de alîkarê dewleta Tirk e, ji ber vê jî Hikumeta Herêmê hemberî êrîşê bêdeng e.

Runak Mecîd got ku dewleta Tirk piştgiriya NATO’yê wergirtiye, ji ber ger NATO û Amerîka gulopa kesk jêre veneke, ticarî nikare êriş bike.

Çalakvana siyasî Runak Mecîd bang li her kesî kir da ku dijî dagirkeriya dewleta Tirk xwedî helwest bin.

Mensur Teyfur: Rêveberiya Başûr bi bêdengiyê dixwaze êrîşan rewa bike

Nivîskar Mensur Teyfur jî nerazîbûna xwe dijî êrîşên Tirkiyê yên domdar ser Şengalê anî ziman.

Mensur Teyfur diyar kir ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê bi bêdengiya xwe ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk dixwaze êrîşan asayî bike.

Mensur behsa rola medya jî kir û got:

“Tenê hinek medya hmeberî van êrîşan xwedî helwest in. Hinek ragihandin qet behsa van êrîşane jî nake. Eger me dengê xwe hemberî êrîş û kuştinan bilindkiriba, wê niha bi vî awayî neba.

Lê YNK û PDK, pêwîstiya wan bi vê heye. Dixwazin xelk bi vî awayî bimrin û ew jî bikarin bi bêdengkirina welatiyan, hemankiryaran bikin.”

Nivîskar, pisporên ewlekariyê û parlamenterên Iraqê bêdengiya Iraqê şermezar kir

Nivîskar û Siyasetmedarê Iraqî Silêman Umer jî anî ziman ku ev êrîşên Tirkiyê tên wateya ragihandina fermî ya şerekî dijî Iraqê û pêwîst e Iraq di asta navnetewî de dijî van êrîşan bikeve nava hewldanan.

Pisporê Ewlekariyê yê Iraqî Haşim El-Kindî jî diyar kir ku ew matmayî dimînîne ku her roj dijî sivîlên Iraqê êrîş pêk tên, lê hikûmeta Bexdayê bêdeng e.

Haşim El-Kindî destnîşan kir ku bêdengiya hikûmetê tê wateya ku ronahiya kesk ji Osmaniyan re nîşan daye.

Parlamenterê ji koma El-Fetih Mehemed El-Beldawî bang kir ku kes bêdeng nemîne.

Ebas Sirut: Iraq amadeye li gel Neteweyên Yekbûyî giliyê dewleta Tirk bike

Endamê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Ebas Sirut derbarê binpêkirinên dewleta Tirk yên li ser serweriya Iraqê, ji Rojnews re axivî.

Ebas Sirut got ku ji ber zextên heyî, Iraq amadeye li gel Neteweyên Yekbûyî giliyê dewleta Tirk bike.

Ebas da zanîn ku wê di rojên bê de dengên dijî hebûna biyaniyan ya li Iraqê bihêz bibe.

Back to top button